Daxuyanîya Çapemenîyê; Newroz Bila Bibe Derîyek bo Aşitîyê

Em di qonaxeka dijwar da Newrozê, 21ê Adarê, pêşwazî dikin ku nîşaneya azadî û jîyan û têkoşînê
ye. Piştî demeke kin gel dê biçe ser sindoqan ji bo ku birêveberên xwecihî hilbijêre. Kampanya û
nîqaşên ku partîyan dane ber xwe, wan dijwarîyan nîşan didin ku em niha tecrube dikin.
Di vê qonaxê da ku hêvî kêm bûne ji bo çareserkirina gaja pirsgirêkên sîyasî û ekonomîk; hin
geşedanên navneteweyî bêhêvîtîya xelkê me kûrtir dikin.
Herî dawî hefteya borî, komkujîya ku li bajarê Christchurcha Zelandaya Nû di du mizgeftan da
qewimî, tê de 50 misilman hatin qetilkirin û êşa kûr a vê komkujîyê her kesek ku ji xwe re dibêje
ez mirov im xiste nav fikaran. Vê komkujîyê nîşan da ku xirabîyên ku dinya dorpêç kirîye, gotar û
polîtîkayên neteweperestane û nijadperestane ku kesên cîyawaz ji xwe ra dikin dijmin û wan
didîtirînin (otherize), mirovahî xistine tarîtîyeke çawa. Em hemû pêkve şerm û êşa vê yekê dikişînin.
Îro li welatê me gelek kes di gelek girtîgehan da ketine greva birçîbûnê. Ji van Zulkef Gezen çend roj
berî niha dawî li jîyana xwe îna. Heçku di nav bêdengîyeka mezin da mirinên nû tên çaverêkirin. Ji
mêj ve ye pîrozmendîya mafê jîyanê hatîye jibîrkirin. Em di nav vê şermê da ne ku “her kesî
dişewitîne”.
Gava ku em berê xwe bidine mirovahîyê, gava ku em dilê xwe bo aşitî, dad, xweşî, ciwanî û ya nû
vekin û dest bidin destê hev, tu dijwarîyek nîne ku em nekarin wê derbas bikin. Rêya derketinê ji vir,
di gel her tiştî jî, ve-zindîkirina ramana aşitîyê ye û xwedîderketin e li mirovahîyê.
Em bînin bîra xwe, destpêka ku di Newroza 2013an da hate pêş, çawa bayekî aşitîyê li welêt da
wezandin. Em dikarin bi zindîkirina aşitîyê pêşî li wê yekê bigirin ku li welatê me êdî xirabî nehê kirin
û bi wan tecrubeyên ku ji şaşîyên pêş derketine em dikarin dawî li wê rewşê bînin ku kesên cîyawaz
veder dike.
Newroz pîroz be ! Nevruz kutlu olsun!
Desteya Birêveberîyê ya Weqfa Aşitîyê
20ê Adara 2019an

Paylaş