Ji bo Rayagiştî û Çapemenîyê

Aşitî Nayê Wî Welatî Ku Bi Qeyûman Tê Birêvebirin

Tirkîyeyê bi nûçeyên ji nû ve tayînkirina qeyûman dest bi rojê kir ku hîna pênc meh di ser hilbijartinan re derbas nebûne. Şaredarê Bajarê Mezin Selçûk Mizrakli ku sedî 63yê dengê hilbijêrên Amedê wergirtîye, Şaredarê Bajarê Mezin Ehmed Tirk ku sedî 56ê dengê hilbijêrên Mêrdînê wergirtîye û Şaredarê Bajarê Mezin Bedîa Ozgokçe Ertan ku sedî 53yê dengê hilbijêrên Wanê wergirtîye ji hêla Wezareta Navxweyî ve ji peywirê hatin ladan. Hejmareke zêde ji endam û xebatkarên meclisa şaredarîyê hatin binçavkirin. Li şûna sê şaredarên hilbijartî tayînkirina parêzgarên wê parêzgehê ji hêla Wezareta Navxweyî ve, nayê qebûlkirin.

Tirkîyeyê berî niha bi demeke kin ji wan tecrubeyan fam kir ku operasyona destbirrkirina sîyaseta demokratîk, ku ji cotmeha sala 2016an ve hatîye destpêkirin û sê salan qeyûman li şûna şaredarên hilbijartî berdewam kir, gelek tiştan bi Tirkîyeyê dide windakirin. Niha jî îsrarkirin li ser heman polîtîkayê bêyî destnîşankirina hincet weya delîleke derbasdar, maqûl û qebûlbar, bicihkirina îradeya sîyasî ye li şûna destgehên dewletê di serî de li şûna Desteya Hilbijartina Bilind ku peywirdar e bo pêkanîna hilbijartinan li gorî rêzik û qanûnan. Ev helwest di gel wê angaştê nagunce ku bo xwe dibêje dewleta demokratîk û huqûqî.

Ev helwest wê hêvîya aşitîyê diçilmisîne ku ji ber pêşveçûnên van mehên dawî li ba beşeke berfireh a civakê careke din rû li şînhatinê danîbû.

Di vê qonaxê de, ku aşitîya welêt pêwîstîyek e ku ji ber pêşveçûnên herêmî nikare were derengxistin, sîyaseta tayînkirina qeyûman li şûna hilbijartîyan, aşitîyê bêtir namumkîn dike. Heçî zû ye divê dawî li van polîtîkayan were hênan û astengîyên nû bo aşitîyê divê neyên derxistin.

Desteya Birêveber a Weqfa Aşitîyê

19.09.2019

Paylaş