..................TR ..EN ..KÜRTÇE

Em li bendî Bexş û Piştevaniya We ne
Vakıflar Bankası
Ibanê:TR70 0001 5001 5800 7303 3515 88
Nimreya Hesêb: 00158007303351588



Rapor

Pirtûk

Kesên li ser Xetê

Şu anda 18 ziyaretçi çevrimiçi
Anasayfa
WEQFA ASITIYE
BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ PDF Yazdır E-posta
Yazar Administrator   
Çarşamba, 22 Mart 2017 13:14

Rêyeke Dîtir Nîne ji bilî Aşitiyê

Piştî çar rojan dê Newrozeke nû bê pîrozkirin. Agirê Newrozê bi dirêjahiya dîrokê bûye nîşaneya azadî û hêvî û têkoşan û biharê.

Piştî hevdîtinên li Îmraliyê di destpêka sala 2013an de ev hevok “îro rojeke nû dest pê dike. Ji pêvajoya têkoşana çekdarî ber bı siyaseta demokratîk deriyek vedibe. Êdî bila çek huş bin û bila fikr û siyaset biaxivin. Ev ne dawî ye, belku destpêkeke nû ye” ku di nameya Ebdulla Ocelan de bi kar hatibûn, hêvî û kêfxweş û heyecaneke mezin derxistibû holê li Tirkiyeya bi 80 mîlyon nifûs.

Pêvajoya Çareseriyê bi wergirtina rîskên mezin hatibû destpêkirin û di vê qonaxê de gelek birînan qemûşk girê dabû ku berê vebûbûn. Di van her du salan de tu tişt hêsan nebû; lê belê rê li ber mirin û birînên nû hate girtin. Qedrê wê yekê îro baştir tê famkirin. Piştî ku Pêvajoya Çareseriyê hate  bidawîkirin, ew birînên qemûşkgirtî ji nû ve vebûn; Tirkiye ji nû ve bû welatê mirin û OHALê.

Çarşamba, 22 Mart 2017 13:15 tarihinde güncellendi
Devamını oku...
 
Weqfa Aşitiyê 1’emîn Desteya Xwe ya Giştî ya Asayî Saz Kir PDF Yazdır E-posta
Yazar Administrator   
Çarşamba, 08 Haziran 2016 14:23

Endam-damezirînerên Weqfa Aşitiyê li salona civînê ya Hotêla Cezayirê, di civîna 1’emîn Desteya Giştî ya Asayî de hatin gel hev.

Endam-damezirînerê weqfa me Hüsnü ÖdülSerokatiya Dîwanê bi rê ve bir; di desteya giştî de ku nivîsendetiya wê mamosteyên zankoyê yên îlahiyatê Fatma Akdoruk û Gülten Uçarê bi rê ve birin, perspêktîva xebatê ya Weqfê bo serdema pêş me hate nîqaşkirin; endamên nû yên Desteyên Birêveberî û Pişkineriyê hatin hilbijartin.

Bo Desteya Birêveberiyê ya nû ev kes hatin hilbijartin; Ayşe Soysal, Ayşe Bingöl Demir, Sevgi İnce, Özgür Mumcu, Hakan Temel Tahmaz, Tatyos Bebek, Levent Korkut û Turan Sarıtemur.

Çarşamba, 08 Haziran 2016 14:25 tarihinde güncellendi
Devamını oku...
 
Yekemîn Desteya Giştî di 5’ê Hezîranê de ye PDF Yazdır E-posta
Yazar Administrator   
Perşembe, 12 Ekim 2006 10:00

Weqfa Aşitiyê, yekemîn desteya xwe ya giştî saz dike. Desteya Giştî, roja yekşemî, 22’yê Gulana 2016’an, saet di 13:30’an de li navnîşana Kalyoncukulluğu Mah. Ömer Hayyam Cad. Aydın Apt. No:40 Kat:1 Daire: 5 Beyoğlu 34435 dê bi piranî bicive.

Desteya Giştî, eger di yekemîn civînê de piranî bi dest neyê, dê roja yekşemîdi 5’ê Hezîrana 2016’an de û saet di 13:30’an de li navnîşana Furizağa Mah. Hayriye Cad. No.12.Galatasaray-Beyoğlu (li hêwana civînê ya Çêştxaneya Cezayirê) dê bi piranî bicive.

Pazartesi, 16 Mayıs 2016 22:23 tarihinde güncellendi
 
Piştevan e li gel akademîsyenên girtî 8’ê Nîsana 2016’an PDF Yazdır E-posta
Yazar Administrator   
Pazartesi, 16 Mayıs 2016 22:23

Birêveberên Weqfa Aşitiyê, ji bo piştevanî li wan akademîsyenanEsra MUNGAN, Muzaffer KAYA, Kivanç ERSOY û Meral CAMCİ li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê nobeta aşitiyê girtin ku ji ber îmzekirina daxuyaniya bi navê ‘Em ê Nebin Şirîk li vî Tawanî’, hatibûn destgîrkirin.

Demeke dirêj e li ber Girtîgeha Bakirkoyê, ku akedemîsyen li wir girtî ne, rewşenbîr û nivîskar û akademîsyen û nûnerên rêxistinên civaka sîvîl û siyasetmedar nobetê digirin. Seroka Weqfa Aşitiyê Ayşe SOYSAL û endamên Desteya BirêveberiyêHakan TAHMAZ, Tatyos BEBEK û endamê Desteya Pişkiner Murat ÇELİKKAN, damezirîner Suat YALÇIN, Necmiye ALPAY li ber Girtîgeha Bakirkoyê nobeta aşitiyê girtin û piştevaniya xwe ji bo wan derbirîn.

Çarşamba, 18 Mayıs 2016 21:41 tarihinde güncellendi
 
Rapor bo partiyan hate pêşkêşkirin 6’ê Hezîrana 2016’an PDF Yazdır E-posta
Yazar Administrator   
Pazartesi, 16 Mayıs 2016 22:24

Rapora ku Cuma ÇÎÇEK ku ji Zanîngeha Artûkliya Mêrdînê ye û Vahap COŞKÛN ku ji Zanîngeha Dîcleyê ye, amade kiribû bi navê “Ji Dolmebaxçeyê heta Roja Îro Pêvajoya Çareserıyê: Têgihîştina Sernekeftinê û Peydakirina Rêyeke Nû”, ji aliyê birêveberên Weqfa Aşitiyê ve îro li Enqereyê bo rayedarên AK Partî, CHP û HDP hate pêşkêşkirin.

Çarşamba, 18 Mayıs 2016 21:40 tarihinde güncellendi
 
« BaşlangıçÖnceki12SonrakiSon »

Sayfa 1 - 2


Temel Güç Joomla!. Designed by: joomla templates web hosting Valid XHTML and CSS.