..................TR ..EN ..KÜRTÇE

Em li bendî Bexş û Piştevaniya We ne
Vakıflar Bankası
Ibanê:TR70 0001 5001 5800 7303 3515 88
Nimreya Hesêb: 00158007303351588



Rapor

Pirtûk

Kesên li ser Xetê

Şu anda 17 ziyaretçi çevrimiçi
Anasayfa Deste Seneda Dameziranê
Seneda Dameziranê PDF Yazdır E-posta
Yazar Administrator   
Cumartesi, 14 Mayıs 2016 09:14

Ji bo Siberojeke Wekhev û Azad û Demokratîk

WEQFA AŞITIYÊ

Seneda Dameziranê

DAMEZIRAN

Made 1. Li gorî hukmên Qanûna Medenî ya Tirkan, endamên damezirîner ên ku nav û navnîşana wan hatiye diyarkirin di dawiya vê lîsteyê de, ku di pêveka vê senedê de ne, weqfeke xwedî şexsiyetê tuzel damezirandiye.

 

NAV û NAVENDA WEQFÊ

Made 2. Navê weqfê ev e; Weqfa Aşitiyê Ji bo Siberojeke Wekhev û Azad û Demokratîk. Eger ku pêwîst bike wek navê kurtkirî, dikare Weqfa Aşitiyê bi kar were. Di vê seneda navborî de “Weqfa Aşitiyê Ji bo Siberojeke Wekhev û Azad û Demokratîk” dê wek “Weqf” bi kar were.

Navenda birêveberiya weqfê li Stenbolê ye. Ji bo pêkanîna armancên xwe Weqfê ku pêwîst dît, li ser biryara Desteya Giştî li nav welêt û li derveyî welêt dikare şaxên xwe yaxud nûnertiyên xwe veke û nûnerê/a parêzgehan tayîn bike piştî ku pêwîstiyên qanûnî cî bi cî kirin.

Navnîşana Weqfê ev e; Kuloğlu Mah. Turnacıbaşı sokak. Fikret Tüner Apt. No:39/2 Beyoğlu/İstanbul. Navnîşana Weqfê, li ser biryara Desteya Birêveberiyê dikare bê guhartin.

 

ARMANCÊN WEQFÊ

Made 3. Armancên Weqfê; parastina mafê jiyanê, maf û azadiyên din ên bingehîn in ku destpêkê ji aliyê Bangnameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan ve û ji aliyê peymannameyên navneteweyî, Makeqanûn û qanûnan ve hatine desteberkirin. Her wiha ji binemayên mafên mirovan ên gerdûnî bi rê dikeve ji bo ku li Tirkiyeyê, bê ciyawazî ji bo her kesî demokrasî û dadperweriya civakî tesîs bike û ji bo tesîskirina  van hemûyan şerteke bingehîn, pêkanîna aşitiyeke mayinde ye. Weqf, di vê çarçoveyê de tevkariyê pêşkêş dike ji bo ku aşitî li ser şêweyeke dadperwer, wekhev û demokratîk bê avakirin û dîsa tevkariyê pêşkêş dike ji bo ku di civakê de aşitî û çanda levkirinê bê pêşvebirin û ji bo pêkvejiyanê zemînên civakî hêzdar dike.

 

PÊKANÎNA ARMANCAN

Made 4. Weqf, ji bo pêkanîna wan armancên ku li jor hatin behskirin;

a)      Ji bo tesîskirina aşitiyê pêşniyarên îqazker û hander û destekder pêş dixe ji bo her du layenan. Xebatan dike ji bo ku civak, zanyariyên rast bi awayekî yekrast bi dest bixe yaxud van xebatan destek dike. Bi vê armancê, tevkariyê pêşkêş dike bo wan xebatan ku berê wan li pêkanîna dadperweriyeke temîrker e.

b)      Xebatan encam dide ji bo pêkanîna zimanekî aşitiyane di civakê de.

c)      Xebatên akademîk çêdike bi armanca rakirina wan hemû astengiyên ku nahêlin her kes bi mafên xwe yên wekhev û berpirsiyariyên xwe ve bikare di qada civakî de cihê xwe bigire û hesta jevbaweriyê pêşve biçe; çalakiyan li dar dixe ku civakê hişdar û agahdar dikin.

d)     Zemînên civakî û çandî pêşkêş dike ji bo ku beşên ciyawaz ên civakê bikarin tevkariyê bikin li aşitiyê. Civînên wekî panel, komxebat, konferans û çalakiyên akademîk li dar dixe ji bo hêzdarkirina daxwaza aşitiyê û pêkanîna zemînekî siyasî yê azadîxwaz û demokratîk ku bikarin tevkariyê bikin li aşitiyê.

e)      Ji bo mayindekirin û misogerkirina aşitiyê xebatan bi rê ve dibe ji bo ku bernameyeke beşdariya demokratîk pêk were û têkeve meriyetê da ku her kes bikare beşdarî jiyana civakî, giştî û siyasî bibe.

f)       Ji bo berbelavkirin û çalakkirina xebatan, weşanên periyodîk û neperiyodîk derdixe ku mutabiq in li gel armanca weqfê.  Ji bo mayindebûnê, xebatên xwe dike kitêb. Kitêban ji zimanên biyanî werdigerîne û diweşîne. Dikare weşana elektronîk bike û malperekê ava bike. Ji derfetên medya civakî bi awayekî çalak sûdê werdigire. Her cure teknîk û rê û rêbazên zaniyariyê bi kar tîne li ser bingeha armancên Weqfê  .

g)      Bi armanca handan û cesaretdanê, xelata aşitiyê dide wan kesên ku xebatên aşitiyê bi rê ve dibin. Xelat; bes dikare nirxa wê ya menewî hebe, çênabe madî be.

h)      Di pilansazkirin û raperandina xebatên xwe, di hilbijartina organên xwe û di her cure peywirdarkirinê de cudakariya pozîtîf ji bo xwe esas digire û xebatan bi rê ve dibe ji bo hêzdarkirina cudakariya pozîtîf di civakê de.

 

QADA TESERUF Û MAMELEYÊ YA WEQFÊ

Made 5. Weqf ji bo gihîştin bi armanca xwe, bi şerta ku di sînorên qanûnî de bimîne, destûrdayî û rayedar e ji bo emilandina wan menqûl û xeyrî-menqûlên ku nirx û mîqdara wan nehatiye hecirkirin û/yaxud teserufên ku bi riya mirinê dimînin û/yaxud bi riya kirînê bi dest dikevin; destûrdayî û rayedar e ji bo firotin, dewirkirin, temlîkkirin û destberdan ji bidestxistiyên xwe; destûrdayî û rayedar e ji bo dahat û kara xwe girtin û xerckirina wan, emilandina xeyrî-menqûlên xwe û/yaxud emilandina dahatên xwe û terxankirina dahatên xwe bo veberhênanê; bi şerta ku ji bo armancên Weqfê bên bikaranîn, destûrdayî û rayedar e ji bo birêvebirina wan bexiş, nirxên neqdî, menqûl û xeyrî-menqûlên ku bi dest xistine bi riya wesiyetê yan jî bi awayekî din; destûrdayî û rayedar e ji bo girtin û firotina her cure xeyrî-menqûl, senedên întîfayê û wekî din kaxiz û belgeyên ku hîsseyan dinimînin û xwedî nirxeke ekonomîk in; ji bo girtin û xerckirina dahatên îpotekan; ji bo bestina peymanan li gel weqfên biyanî û xwecihî, alîkarîwergirtin ji dam û dezgehên ku li derveyî qamûyê ne û ji bo pêkanîna vê alîkariyê peymanbestin û pêş-hevdîtinkirin, girêdana hevpişkiyan, beşdarbûn li hevpişkiyên heyî, wergirtina para dahat û karê û ji bo emilandina van bo veberhênanê; derveyî milkiyetê ji bo bidestxistin û emilandin mafên eynî; îpoteka menqûl û xeyrî-menqûl jî tê de ji bo her cure temînatwergirtinekê û tesîskirin û çareserkirina van; ji bo xizmetkirin li armancên Weqfê, deyn û kredî-wergirtin, ji ber vê rehîndana malên menqûl û xeyrî-menqûl, li ser wan îpotekdanîn; ji bo xizmetkirin li armancên Weqfê, avakirina yekîneyên xizmet û hilberînê û birêvebirin, bikirêdan, hevpişkgirtin, tevkarîkirin li kargehan; bi kurtasî Weqf ji bo pêkanîna armanca xwe, destûrdayî û rayedar e û dikare her cure teşebuseke sûdewer, pêwîst û mecbûr bike; her cure teseruf, mamele û peymanbestinê, yekrast an jî bi riya nûnertiyê dikare bike li gorî Madeye 48’em a Qanûna Medenî ya Tirkan. Weqf van raye û dahatên xwe, nikare ji bo wan mebestan bi kar bîne ku hatine qedexekirin ji aliyê Qanûna Medenî ya Tirkan ve.

 

SAMAN

Made 6. Samana destpêkê ya Weqfê; 85.000,00-TL (heştêûpênchezar lîreyê tirkan) e ku wek neqît ji aliyê damezirîneran ve, ku navên wan di lîsteya pêvekê de cih digirin, weqfî Weqfê hatiye kirin. Samana dameziranê, piştî ku weqf hate damezirandin, bi îlaweyan dikare bê zêdekirin.

Weqf, ji bo pêkanîna armanca xwe, ji bo xizmet û fealiyetên ku bi wî awayê ku di qada wê ya teseruf û mamelekirinê de hatine destnîşankirin û di qada karîgerî û rayeya Weqfê de hatine nîşandan, dikare wan menqûl û xeyrî-menqûlên ku di samana wê de hene û hemû mal û mafên ku dezgeh û kesan bi awayê mayinde yaxud demkî terxan kirine yaxud wek deyn dane, bi kar bîne.

 

DAHATÊN WEQFÊ;

Made 7. Dahatên Weqfê;

-          Dahat û kar û faîzên ku ji samana Weqfê tên;

-          Ji wan bexişan ku ji endamên ku dê li Weqfê bêne qeydkirin, bi awayê dildarî;

-          Ji wan destmiz û dahatan ku dê miqabilê wan faeliyet û xizmetan bên wergirtin ku di qada faeliyet, raye, mamele û teserufê ya Weqfê de hatine destnîşankirin;

-          Ji wan her cure bexiş, wesiyet û texsîsan ku ji aliyê kesên rasteqîne û kesên xwecihî-biyanî yên tuzel ve hatine kirin û ji wan alîkariyan ku ji derveyî dam û dezgehên giştî tên;

-          Ji wan dahatan ku dê ji balo, konsêr, defîle, kermes û ji her cure organîzasyonên civakî bi dest kevin;

-          Ji wan dahatan ku bi dest dikevin ji wan xebatên hevpar di gel dezgehên navwelatî û derwelatî ku li ser  armancên manend dixebitin an jî ji wan her cure dahatan bi dest dikevin ku ji wê xebata ku xusûsen hatiye projesazkirin;

Ji bilî wan dahatên ku ji bo xerckirina armanceke destnîşankirî hatine bidestxistin, dahatên Weqfê, ji bo pêkanîna armancên Weqfê tên emilandin. Çênabe lêçûnên carî, îdarî û her wiha lêçûnên qelemên din ji sedî 25’ê dahatên Weqfê derbas bikin.

 

ENDAMÊN WEQFÊ

Made 8. Weqf, xwedî du cure endaman e: endamên damezirîner û endamên beşdar. Bes kesên rasteqîne dikarin bibin endam li Weqfê.

Ew kesên rasteqîne, ku navên wan di beşa lîsteya damezirîner a seneda Weqfê de cih digirin, endamên damezirîner in.

Ew kesên ku armanca Weqfê dipejirînin û bi awayê nivîskî serlêdanê dikin, Desteya Birêveberiyê ji nav wan pêşniyarên xwe diyar dike ji bo endametiyê û ew kesên ku endametiya wan ji aliyê Desteya Giştî ve guncaw bê dîtin û dema ku bi awayekî ku nekeve bin wê mîqdara ku ji aliyê Desteya Giştî ve tesbîtkirî bexiş kirin, dikarin bibin endamên beşdar.

Endamên damezirîner yaxud beşdar dema ku, bi sedemek ji wan sedeman, ji endametiya damezirîner yaxud beşdar daxwaza xwe ya veqetînê ragihandin bi Desteya Birêveberiyê ya Weqfê, Desteya Birêveberiyê di yekem civîna xwe de mukelef e ji bo cîbicîkirina vê daxwazê.

Endametiya endama/ê beşdar, heta dawiya jiyanê berdewam dike. Ew endamên beşdar ku dê di her Desteya Giştî ya asayî de li Weqfê bên qebûlkirin, hejmara wan nikare ji %20’ê hejmara endamên damezirîner derbas bibe.

 

 

ORGANÊN WEQFÊ

Made 9. Organên Weqfê ev in:

-          Desteya Giştî

-          Desteya Birêveberiyê

-          Desteya Pişkinînê

DESTEYA GIŞTÎ

Made 10. Desteya Giştî, pêk tê ji endamên damezirîner û endamên beşdar. Di wê rewşê de ku endametiya Desteya Giştî ji ber mirin, îstîfa yan jî ji ber sedemeke din vala ma, bo endametiyên valamayî, li ser teklîfa Desteya Birêveberiyê û bi biryara Desteya Giştî hilbijartin tê kirin.

 

PEYWIR Û FONKSIYONÊN DESTEYA GIŞTÎ

Made 11. Balatirîn organa biryardanê ya Weqfê, Desteya Giştî ye. Bi vî sîfetê xwe;

a)      Endamên esîl û yedek ên Desteyên Birêveberiyê û Pişkinînê hildibijêre.

b)      Biryarê der heqê wan pêşniyaran de dide ku ji aliyê Desteya Birêveberiyê ve hatine kirin ji bo endamên beşdar ên nû bo Weqfê .

c)      Vekolînê dike li ser rapor û bîlançoya xebatên serdema din a Desteya Birêveberiyê û rapora Desteya Pişkinînê, biryarê dide li ser rûspîderketin an deneketina Desteya Birêveberiyê û Desteya Pişkinînê.

d)     Biryarekê dide piştî ku vekolînê li ser reşnivîsa budçeya salane dike ku ji aliyê Desteya Birêveberiyê ve hatiye amadekirin.

e)      Mîqdara esxerî ya bexişan dest nîşan dike ji bo wan endamên beşdar ku ji aliyê Desteya Birêveberiyê ve tên pêşniyarkirin.

f)       Esasên beralîker ên bernameyên xebatên salên pêşîn dest nîşan dike.

g)      Li ser guncawbûn û guncawnebûna wê talîmatnameyê biryarê dide ku ji aliyê Desteya Birêveberiyê ve hatiye amadekirin ji bo îstîhdama personelan di Weqfê de.

h)      Ji bo çêkirina tesîsan li ser bingeha armanca Weqfê û ji bo hevpişkbûn û ji bo kirîn, firotin, îpoteka menqûl û xeyrî-menqûlan û hwd. ji bo van hemû mameleyan rayeyê dide Desteya Birêveberiyê.

i)        Li ser wan guhartinên ku dê di Seneda Weqfê de bên kirin, gotûbêjê dike û bi encam dike.

j)        Dikare biryarê bide li ser wan rêzikname, talîmatname û riyên din ên huqûqî yên wekî van ku sebaret bi birêveçûna navxweyî ya Weqfê ne.

k)      Ji bo vekirina şax û nûnertiyan li nav welêt yaxud li derveyî welêt di çarçoveya mewzûata peywendîdar de biryarê dide û nûnera/ê parêzgehan dest nîşan dike.

l)        Ji bo parastina hebûn û pêkanîna armancên Weqfê her cure biryareke pêwîst werdigire.

 

PÊVAJOYA CIVÎN Û BIRYARWERGIRTINÊ YA DESTEYA GIŞTÎ

Made 12. Desteya Giştî, li ser banga Desteya Birêveberiyê, du salan carekê di meha rêbendanê de bi awayê asayî dicive bi piraniya endamên damezirîner û beşdar.

Li ser banga wan endaman ku herî kêm %25’ê hemû endaman in yaxud li ser banga Desteya Birêveberiyê yan jî Desteya Giştî dikare bi awayê awarte jî bicive.

Desteya Giştî, bi piraniya hemû endaman dicive. Eger di civîna yekem de piranî neyê holê, wê demê, herî kêm piştî 15 rojan civîna duyem çêdibe bêyî ku piranî bê holê.

Herî kêm 15 roj berî civînê Desteya Giştî; cih, dîrok, rojev, bîlanço, hesabê dahat-lêçûn û rapora Desteya Pişkinînê bi yek ji wan riyên ragihandinê ku guncaw dîtiye digihîne endaman.

Ji bo ku civînê bi rê ve bibin Desteya Giştî, ji nav xwe Serokekê/î û du heb jî katîb hildibijêre. Serok û endamên Desteyên Birêveberiyê û Pişkinînê çênabe cih bigirin di wê desteya hilbijartî de ku ji bo birêvebirina civînê hatiye hilbijartin.

Her endam bes xwedî dengekî ye. Ew endama/ê ku dê nekare beşdarî civînê bibe, dikare endameke/î din tayîn bike. Endamek ji yekê zêdetir nikare wekelatê bigire di Desteya Giştî de. Serok û endamên Desteyên Birêveberiyê û Pişkinînê, nikarin bibin wekîl li şûna endameke/î din.

Civîna Desteya Giştî, li ser wê rojevê ye ku ji bo xwe bangewaziyê esas digire. Di Desteya Giştî ya asayî de, bi dengê 3/2  yê beşdaran dikare sened bê guhartin û made bên zêdekirin li rojevê ku mukelefiyet û berpirsiyariyê nadin Weqfê û organên weqfê. Desteya Giştî ya awarte bes ji bo wan mijaran dicive ku di rojeva wê de ne.

Di Desteya Giştî de, bi piraniya endamên beşdar di civînê de biryar tên wergirtin. Di wê demê de ku dê guhartin di Seneda Weqfê de bên kirin pêwîst e ku ji nîvî zêdetir endam di civînê de hazir bin û 2/3’yê wan di lehê van guhartinan de deng bidin. Desteya ku Dîwanê bi rê ve  dibe; biryarên wergirtî derbasî deftera Desteya Giştî dike û zebtname û defterê îmze dike.

 

DESTEYA BİRÊVEBERIYÊ

Made 13. Desteya Birêveberiyê; pêk tê ji 9 esîl û 4 endamên yedek ku ji aliyê Desteya Giştî ve hatine hilbijartin ji nav endamên Weqfê. Desteya Birêveberiyê, di yekemîn civîna xwe de Serokekê/î, Sekretereke/î Giştî û Hesabgîrekê/î hildibijêre. Seroka/ê Desteya Birêveberiyê, hevdem Seroka/ê Weqfê ye.

Maweya peywirê ya Desteya Birêveberiyê, du sal in. Endama/ê ku maweya wê/î ya peywirê bi dawî be, dîsan dikare bê hilbijartin ji bo Desteya Birêveberiyê. Eger di Desteya Birêveberiyê de valahî bê holê, li gorî rêza dengan bang li endamên yedek tê kirin bo Desteya Birêveberiyê.

Piştî ku Weqf hate damezirandin heta şeş salan, Seroka/ê Desteya Birêveberiyê û Sekreterê Giştî ji nav endamên damezirîner tên hilbijartin. Ew kes nikarin di Desteya Birêveberiyê ya Weqfê de cih bigirin ku di partiyên siyasî û sendîqe û rêxistinên pîşeyan û birêveberiyên nîştecih de birêveber in û her wiha parlemen in. Piştî ku bûn endama/ê Desteya Birêveberiyê van sîfetan bi dest xin, endametiya wan xwe bi xwe betal dibe.

Desteya Birêveberiyê, bi wê hejmarê dicive ku piraniya hemû endaman e. Li ser piraniya dengên endamên ku beşdarî civîna Desteya Birêveberiyê bûne, biryar tê wergirtin û derbasî deftera biryaran dibe û îmze dibe. Ew endamên ku muxalîf in li biryarê, ramanên xwe yên dijî vê yekê dest nîşan dikin û îmze dikin.

Desteya Birêveberiyê, herî kêm mehê carekê dicive. Serok eger pêwîst bizane, dikare sê roj berî wê ragihîne û bicivîne. Sê endamên esîl ên Desteya Birêveberiyê, bi şerta ku bi nivîskî serî li Serok dabin, dikarin bixwazin ku Desteya Birêveberiyê bê vexwendin bo civînê.

Endametiya wê/î endama/ê ku li ser hev 4 caran beşdarî civînên asayî yên mehane nebe, betal dibe; li şûna wê/î, li gorî rêza dengan kî yekemîn be dibe endam.

Di civînên Desteya Birêveberiyê de lihevkirin esas e; lê belê ji bo ku dengdan bikare çêbe, pêwîst e endamên desteya birêveberiyê bi rêjeya 3/2 di civînê de amade bin.

 

PEYWIR Û RAYE Û BERPIRSIYARIYÊN DESTEYA BIRÊVEBERIYÊ

Made 14. Peywir û raye û berpirsiyariyên Desteya Birêveberiyê ev in:

a)      Piyadekirina biryarên Desteya Giştî;

b)      Birêvebirina malên menqûl û ne-menqûl û tevdîrgirtin û di nav teşebusê de bûn ji bo zêdekirina mal û dahatan û dema ku pêwîst dît guhartina navnîşana Weqfê;

c)      Amadekirina reşnivîsa budçe û bîlançoya salane ya Weqfê û kontrolkirina piyadebûna budçeyê;

d)     Her cure mezaxtin kirin di nav wan sînoran de ku Desteya Giştî dest nîşan kirine û tesbîtkirina usûlên perdaxtê û biryardan li ser wê meblaxa ku dê bê dayîn ji bo wan kesên ku li ser bingeha pisporiya xwe xizmet kiriye di organên Weqfê de;

e)      Temsîlkirina Weqfê;

f)       Destnîşankirin û piyadekirina her cure talîmatname û rêzikekê ku birêveçûna Weqfê diyar dike;

g)      Tayînkirina wan personelan û peywirdarên demkî ku dê di Weqfê de bixebitin; destnîşankirina peywir û raye û berpirsiyarî û destmiz û mafên kesî û civakî, her wiha peymangirêdan;

h)      Encamdana her cure mamele û teserufekê ku çavkaniya xwe ji wan hemû rayeyan digire ku li derveyî rayeyên Desteya Giştî dimînin;

i)        Pêşniyar pêşkêşkirin sebaret bi wan endamên beşdar ku dê endametiya wan biçe ber pesendkirina Desteya Giştî;

j)        Reşnivîs amadekirin ji bo guhartina Seneda Weqfê, her wiha pêşkêşkirina vê reşnivîsê bo Desteya Giştî;

k)      Ji bo gihîştin bi wan armancan, ku Weqf pêşbînî dike, pêkanîna her cure xebatekê di çarçoveya “qada raye û çalakiyan”, “qada teserufa mameleyan” ya seneda Weqfê de;

l)        Organa berpirsiyar a Weqfê, Desteya Birêveberiyê ye li nik meqamên Pişkinînê yên rayedar;

m)    Ji bo rayedarkirin bo îmzeyan, destnîşankirina kesan ji nav kesên ku di Weqfê de dixebitin û destnîşankirina sînorên rayeyên wan;

n)      Pêkanîna Desteya Şêwirê û Desteya Akademîk û ji bo van destnîşankirina endaman. Eger pêwîst kir vexwendina Desteya Şêwirê bo civînên Desteya Birêveberiyê;

 

TEMSÎL Û ÎLZAM

Made 15. Weqfê, Desteya Birêveberiyê temsîl dike. Endameke/î din a/ê Desteya Birêveberiyê, Desteya Birêveberiyê temsîl dike ku bi dorê li ser biryara Seroka/ê Desteya Birêveberiyê yaxud Sekretera/ê Giştî yaxud Desteya Birêveberiyê tê hilbijartin.

Herî kêm hebûna du îmzeyan ji wan kesan ku Seroka/ê Weqfê, Sekretera/ê Giştî û Hesabgîr e; di nebûna van de hebûna îmzeya hevpar a du endamên esîl ên Weqfê, mecbûrî ye di wan mameleyan de ku dê Weqfê bixe bin mukelefiyetên wek deyngirtin, metlûb, destkeft û her cure belge û peymaneke bi vî rengî. Mafê îmzeyan, tevî xwediyên wan û raye û pileya wan, ji aliyê Desteya Birêveberiyê ve tê destnîşankirin.

 

 

DESTEYA PIŞKINÎNÊ Û PEYWIRÊN WÊ

Made 16. Desteya Pişkinînê pêk tê ji wan sê Pişkînerên ku ji aliyê Desteya Giştî ve hatine hilbijartin. Her wiha Desteya Giştî sê konrolkarên yedek jî hildibijêre. Pişkîner, piştî ku hatin hilbijartin, ji nav xwe kesekê/î wek serok hildibijêrin. Ew Pişkînerên ku maweya peywirdariya wan bi dawî dibe, dikarin ji nû ve bên hilbijartin. Di wê rewşê de ku Pişkînereke/î esîl veqetiya, li gorî hejmara dengan Pişkînera/ê yekem a/ê yedek dibe Pişkîner.

Endamên Desteya Pişkinînê, ji nav endamên Desteya Giştî tên hilbijartin. Ev peywir, bi awayê fexrî ye lê belê li ser biryara Desteya Birêveberiyê lêçûnên rê û bêhnvedanên mecbûrî tên dayîn.

Desteya Pişkinînê, wan hemû mameleyên peywendîdar li gel birêveberî û gerandina Weqfê kontrol dike; qeyd û belgeyan vedikole; wê rapora ku li gorî serdema hesaban dê amade bike pêşkêşî Desteya Giştî dike. Serdama hesaban, sala salnameyê ye. Defter li ser bingeha bîlançoyan tên girtin.

Pişkîner ji her şeş mehan carekê, pêkve yaxud yekê/î ji nav xwe peywirdar dikin ji bo ku dahat-lêçûn û belge û defterên Weqfê vekole; dema ku pêwîst dît, bi raporekê hişyariyê dide Desteya Birêveberiyê; ji ber vê sedemê dikare Desteya Giştî vexwîne civîneke awarte.

 

GUHARTINA SENEDÊ

Made 17. Ew guhartinên ku dê di seneda Weqfê de bên kirin, bi vî awayî tên kirin: Li ser pêşniyara nivîskî ya herî kêm ji pêncan yekê (1/5) endamên desteya birêveberiyê yaxud desteya giştî û li ser pesenda herî kêm ji sisêyan duyê (2/3) endamên desteya giştî û li ser biryara ku dê ji aliyê dadgehê ve bê dayîn.

 

TESFIYE Û FESXA WEQFÊ

Made 18. Ji bo pêkanîna  armancên Weqfê dema ku bi riyên pratîk derfet neman, ji bo biryardan li ser fesxa Weqf û tesfiyeya malan, Desteya Birêveberiyê dikare Desteya Giştî vexwîne bo civîneke awarte. Beşdarbûna piraniya endamên Desteya Giştî pêwîst e û dîsan pêwîst e ku biryara fesx û tesfiyeyê ji aliyê 2/3’yê endamên heyî ve bê qebûlkirin di wê civînê de ku dê ev biryar bê wergirtin. Eger di vê civînê de piraniya endaman pêk neyê, herî zû di wê civîna Desteya Giştî de ku dê piştî du hefteyan bê kirin, li ser qebûlkirina ji sisêyan duyê (2/3) hemû endamên desteya giştî û ew biryara ku dê ji aliyê dadgehê ve bê dayîn, fesx û tesfiye dikare mumkun be.

Biryar dikare bê dayîn ji bo dewirkirina samana Weqfê bo Weqfeke din ku bi armancên heman û manend hatiye damezirandin.

Di wê rewşê de ku Weqf fesx bû, mamele ji aliyê desteya tesfiyeyê ve tên birêvebirin ku ji sê kesan pêk tê û di Desteya Giştî de hatine hilbijartin.

 

DESTEYA ŞÊWIRÊ

Made 19. Desteya Birêveberiyê ya Weqfê, Desteya Şêwirê pêk tîne ji bo ku di xebatên Weqfê de bi awayê dildarî şêwirmendiyê bike û tevkariyê bike. Pêwîst nake ku endamên desteya şêwirê endamên damezirîner û endamên beşdar bin. Endamên Desteya Şêwirê ji 7 kesan nikare derbas be. Ji aliyê Desteya Birêveberiyê ve pêwîst hate dîtin û di wê rewşê de ku hatin vexwendin, endamên Desteya Şêwirê beşdarî civînên Desteya Birêveberiyê dibin.

 

DESTEYA AKADEMÎK

Made 20. Desteya Birêveberiyê, ji neh akademîsyenên ku di qadên ciyawaz de dixebitin Desteya Akademîk pêk tîne ji bo ku tevkariyê bikin li xebatên zanistî û akademîk yên Weqfê. Di dawiya serdemê de heman kes dîsan dikarin peywirê wergirin di vê Desteya ku ji bo serdemekê hatiye pêkanîn. Deste, ji nav xwe ji bo ku Desteyê temsîl bike serokekê/î hildibijêre.

 

MAFÊ HUZURÊ

Made 21. Ew xizmet fexrî ne ku ji aliyê wan kesan ve tên kirin ku peywirdar in di organên Weqfê de. Weqf, di miqabilê wan xizmetan de dikare destmizê bide wan kesan ku ji bo weqfê li ser bingeha pisporiyê xizmet kirine ku ne peywirdarên qamûyê ne. Destmiz-dayîn û mîqdara destmizê ji aliyê Desteya Birêveberiyê ve tê dest nîşan kirin.

 

HUKMÊN CIYAWAZ

Made 22. Di wan mijaran de hukmên qanûnî yên derbasdar û rêzikên huqûqî yên peywendîdar tên cîbicîkirin ku di Seneda Weqfê de nehatine destnîşankirin û Seneda Weqfê ew negirtine bin hukman.

 

HUKMÊN DEMKÎ

Madeya Demkî 1) Piştî ku seneda Weqfê hate pesendkirin û Weqfê kesayetiya tuzel bi dest xist di nav 6 mehan de Weqf, yekem desteya xwe ya  giştî çêdike.

Madeya Demkî 2) Ew endamên damezirîner ku li xwarê nav û navnîşana wan hatine destnîşankirin, heta civîna yekem a Desteya Giştî wek Desteya Birêveberiyê ya Demkî hatiye destnîşankirin.

Madeya Demkî 3) Ew endamên damezirîner ku li xwarê nav û navnîşana wan hatine destnîşankirin, heta civîna yekem a Desteya Giştî wek Desteya Pişkinînê ya Demkî hatiye destnîşankirin.

 

Madeya Demkî 4) Ji bo birêvebirina hemû mameleyên fermî yên têkildar li gel damezirana Weqfê û di cihê pêwîst de sererastkirin û guhartinçêkirin di seneda Weqfê de û îmzekirina senedê li ser navê damezirîneran û serî li dadgehê dan bo tescîla Weqfê û birêvebirina mameleyan li nik Gerînendetiya Giştî ya Weqfan û wergirtina nimereya bacê li ser navê Weqfê û vekirina hesabê banqeyê û di gel van bicihanîna her cure pêwîstiyeke têkildar li gel damezirandinê, ji avakarên Weqfê bi nimereya xwe ya  Hakan Temel Tahmaz û bi nimereya xwe ya  Prz. Ayşe Bingöl Demir ji bo ku van hemû mameleyan li gel hev an jî cuda bi rê ve bibin wek rayedar hatine rayedarkirin. 27.03.2015

Damezirîner

1-      Ayşe Aydoğan

2-      Ayşe Soysal

3-      Azime Bilgin

4-      Bekir Berat Özipek

5-      Cuma Çiçek

6-      Ekrem Bilek

7-      Evren Balta

8-      Fatih Polat

9-      Fırat Anlı

10-  Hakan Temel Tahmaz

11-  Hüsnü Öndül

12-  Yakup Levent Korkut

13-  Ekrem Murat

14-  Meral Saklayan

15-  Nurcan Kaya

16-  Mehmet Osman Kavala

17-  Özgür Mumcu

18-  Suat Yalçın

19-  Tatyos Bebek

20-  Turan Sarıtemur

21-  Ümit Aktaş

22-  Yiğit Ali Ekmekçi

23-  İshak Karakaş

24-  Ayşe Betül Çelik

25-  Nil Mutluer Zeytinoğlu

26-  Sevgi İnce

27-  Nusret Doğruak

28-  Yasemin İnceoğlu

29-  İlkay Yıldırım Açıkgöz

30-  Fatma Ünsal

31-  Turgut Tarhanlı

32-  Pınar Öğünç

33-  Ayşe Bingöl Demir

34-  Mehmet Karlı

 

Ev sened; bi dîroka 31.03.2015, bi nimereya 04397 ji aliyê Noteriya 1’em a Beyoğluyê ve hatiye pesendkirin û li ser wê pêwîstiya ku ew seneda tadîl a bi dîroka 31.07.2015 û bi nimereya 11992 ku ji aliyê heman noterê ve tenzîmkirî, li ser esasa 2015/131 û li ser biryara bi hejmara 2015/215 û li ser biryara bi dîroka 05.10.2015’an ji aliyê Dadgeha Sîvîl (The Civil Court) ve hate pesendkirin.

 


Temel Güç Joomla!. Designed by: joomla templates web hosting Valid XHTML and CSS.