..................TR ..EN ..KÜRTÇE

Em li bendî Bexş û Piştevaniya We ne
Vakıflar Bankası
Ibanê:TR70 0001 5001 5800 7303 3515 88
Nimreya Hesêb: 00158007303351588



Rapor

Pirtûk

Kesên li ser Xetê

Şu anda 3 ziyaretçi çevrimiçi
Anasayfa
BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ PDF Yazdır E-posta
Yazar Administrator   
Çarşamba, 22 Mart 2017 13:14

Rêyeke Dîtir Nîne ji bilî Aşitiyê

Piştî çar rojan dê Newrozeke nû bê pîrozkirin. Agirê Newrozê bi dirêjahiya dîrokê bûye nîşaneya azadî û hêvî û têkoşan û biharê.

Piştî hevdîtinên li Îmraliyê di destpêka sala 2013an de ev hevok “îro rojeke nû dest pê dike. Ji pêvajoya têkoşana çekdarî ber bı siyaseta demokratîk deriyek vedibe. Êdî bila çek huş bin û bila fikr û siyaset biaxivin. Ev ne dawî ye, belku destpêkeke nû ye” ku di nameya Ebdulla Ocelan de bi kar hatibûn, hêvî û kêfxweş û heyecaneke mezin derxistibû holê li Tirkiyeya bi 80 mîlyon nifûs.

Pêvajoya Çareseriyê bi wergirtina rîskên mezin hatibû destpêkirin û di vê qonaxê de gelek birînan qemûşk girê dabû ku berê vebûbûn. Di van her du salan de tu tişt hêsan nebû; lê belê rê li ber mirin û birînên nû hate girtin. Qedrê wê yekê îro baştir tê famkirin. Piştî ku Pêvajoya Çareseriyê hate  bidawîkirin, ew birînên qemûşkgirtî ji nû ve vebûn; Tirkiye ji nû ve bû welatê mirin û OHALê.

 

 

Pevçûn hatin nav bajaran. Bajar ji holê hatin rakirin û mîrateyên dîrokî hatin tunekirin. Komkujî û bombe û hêrîşên xwekujî bûne tiştekî asayî. Tirs bû serwerê hemû Tirkiyeyê.

Çeka zengargirtî ji nû ve hate pêxistinku“dabeşxwazî” ye. Aştîxwazî bû tawan. Mirovekî aştîxwaz î wekî Tahîr Elçî hedef hate nîşandan û hate qetilkirin. Nivîskar û zanyar û mafparêz hatin destgîrkirin. Akademîsyenên aşitîxwaz hatin dûrxistin ji zanîngehan; gelek xebatkarên qada fermî ji karên xwe hatin derxistin. Parlementer û şaredar û birêveberên partî û civaka sîvîl hatin destgîrkirin. Qeyûm hatin tayînkirin bo şaredariyan.

 

Di vê qonaxê de, di 15 Tîrmehê de hewla kudetayekê bi ser neket ku serkeftina vê kudetayê dê welat bibira ber karesateke mezin.

 

Tirkiye di nav xelekeke agirîn de ye. Tekane rê bo derketinê ji vê xelekê,  ji nû ve vêxistina agirê vemirandî yê aşitiyê ye. Di serî de; rêxistinên civaka sîvîl, her kesê aşitîxwaz û her kesê ku ji xwe re dibêje mirov, divê em hemû ji bo şînkirina hêviya pêkvejiyanê bikevin nav liv û tevgerê û divê em isrardar bin li ser vê yekê. Tirkiye divê vegera rewşa aşitiyê heta ku nebûye dereng. Wan kesên ku hêviya aşitiyê tunekirin, divê dawî bi vê xirabkariyê bînin ku li welêt kirin.

 

17 Adar 2017

Desteya Birêveberiyê

Çarşamba, 22 Mart 2017 13:15 tarihinde güncellendi
 


Temel Güç Joomla!. Designed by: joomla templates web hosting Valid XHTML and CSS.