DAXUYANÎYA ÇAPEMENÎYÊ BANGEWAZÎ JI BO AŞITÎYÊ

Şerê Sûrîyeyê ku ev 9 sal in berdewam dike, rehendeke nû digire. DYAyê ragihand ku dê leşkerên xwe ji Sûrîyeyê vekêşe. Tirkîyeyê mudaxeleya leşkerî li hember rojhilatê Firatê da destpêkirin ku ev demeke dirêj e xwe ji bo wê amade dike.

Tirkîye ketîye nav qonaxeke dijwar û arîşedar. Civak jî bifikar e. Ji rayedarên dewletên herêmî û ji derdorên cîyawaz ên navneteweyî daxuyanî tên ku fikaran îfade dikin û bangewazîya îtîdalê dikin.

Mudaxeleya leşkerî ya bo nav axa Sûrîyeyê ku bi biryar û fikarên sîyasî hatîye kirin, dê rê li ber dijmintîyên wisa li gel cîranên me veke ku bi salan dê berdewam bikin. Hestên dijmintîyê dê di nav gelên qedîm ên herêmê kurd, ereb, tirk û yên din da berbelav bike.

Jixwe şer yanî mirin û hilweşîn. Bi dirêjahîya dîrokê şer tu carî çareserîyeke mayinde ji bo pirsgirêkan neanîye. Mudaxeleya leşkerî li alîyekî dê pirsgirêkên Tirkîyeyê zêde bike û li alîyekî jî Tirkîyeyê naçar dike ku li gel welatên cîyawaz bikeve nav lêgerîna hevparîyê eger nekare di nav aşitîyê da pirsgirêkan çareser bike.

Ji bo çareserîya pirsgirêkê, li şûna pêkanîna “herêma ewle” ku tê wateya mudaxeleya mafê serwerîya Sûrîyeyê, divê serî li rêbaza dîyalog û gotûbêjan bê dayîn li gel muxetaban, divê aşitî bê tercîhkirin.

Em pêkve dengê aşitîyê bilind bikin.

Desteya Rêveberîya Weqfa Aşitîyê

10.10.2019