BANGEWAZÎ BO AŞITIYÊ

BANGEWAZÎ BO AŞITIYÊ

Gewhera Jiyanê

 

Aşitî, jênegertirîn nirx e ku mirovahî gihîştiyê. Xweza û mirov ji bo ku bikarin bijîn neçar in ku bi hev re bin. Gewhera jiyanê aşitî ye. Dîroka mirovahiyê ne bi şeran, bi aşitiyê heta roja îro hatiye.

Mixabin ku şer nirxa aşitiyê nîşanî me didin. Bi taybetî piştî şerê cîhanê yê yekem û duyem, mirov pê hesiyan ku dikarin pirsgirêkên xwe bi aşitiyê çareser bikin. Lê belê di vê pêvajoyê de jî hîna gavên têrker nehatine avêtin.

Rêya ku berê wê ne li aşitiyê ye, dostaniyan kêm dike û dijminatiyan zêde dike; me wek bûnewerekî xwînrêj dihêle. Rêyeke bi vî rengî bi xetereyên wisa dagirtî ye ku li dijî beqaya civak, mirovahî û xwezayê ne. Piştî xwînawîtirîn sedsala dîroka mirovahiyê, em dîsan li ber derazînga şerekî cîhanî digerin; ev yek jî nîşan dide ku zindîgirtina hişmendiya aşitiyê bingehîntirîn şertê mirovbûna me ye.

 

Yan erdnîgariyeke aşitiyê yan jî nebûn  

 

Tirkiye welatekî pirzimanî û pirçandî ye. Li jêr ronahiya vê rastiyê li şûna ku em berê xwe bidine siberojeke hevpar, em radestî têgihîştina polîtîkayên rojane bûne ku her tim karîger in û dijminatiyê hildiberînin. Me yek bi yek derfet ji dest dan ji bo ku em bibin diyarê aşitiyê. Me rewş fam nekir û em xwedî li siberoj û li hevdin derneketin. Di encamê de şîdetê li şûna têkoşîna heq û huqûqê cih da xwe. Tewr “xeyalê” aşitiyê jî ji me bi dûr ket.

Em niha li gel encamên hilweşîner ên vê yekê rû bi rû ne. Tevî mirovên me siberoj jî ji dest me dişemite û diçe. Cihê ku aşitî lê nebe nirxên civakî najîn, nefret û dijminatî bilind dibe.

Hewcedariya pirsgirêkê bi berpirsiyarî û eleqeya hemû beşên civakê, rêxistinên civaka sîvîl, hemwelatî û rûspiyan heye. Aşitiya mayinde eger rakirina sedemên bingehîn ên pevçûnê be, divê em hemû pêkve li peydakirina rêyên vê yekê bigerin.

 

Zimanê aşitiyê

 

Her kes bi heman rêyê daxwaza edalet, wekhevî û azadiyê nake. Em di civakê de ne bi tenê ne û em neçar in ku zimanên wan kesan fam bikin ku ne wekî me ne. Dibe ku her kes nekare derdê xwe bi zimanên felsefî yên siyasî yên derbasdar û yên meşrûtirîn bêje. Beşên ciyawaz ên civakî û çandî dibe ku bi wî zimanî neaxivin ku guhdarên wan li bendê ne. Eger qîrîna van beşan neyê bihîstin û qîrînên ku tên bihîstin neyên famkirin, nexwe pirsgirêkên me hene.

Di vê rewşê de, nexasim kesên xwedî hêz pêwîst e her cure zimanê hêzê û kibrê bidin aliyekî û tevî dilnizmiyê berevaniya aşitiyê bikin. Em her kî bin, cihê me her çi be di civakê de, eger em bikarin ewlebûnê bidin kesên din, eger em bikarin êş û hêrsa jêrdestan fam bikin, bes hingî em dikarin hêviyên xwe yên aşitiyê şîn bikin.

 

Weqfa Aşitiyê

Weqfa Aşitiyê bi niyeta ku xebatan li ser bingeha esasên li jor bike hate avakirin. Armanc, dûr ji siyasetên dijminane û partîzanane, li ser bingeha rastiyê pirsgirêka kurd di serî de levnekirinên civakî yên heyî yên li welatê me û li herêma me gotûbêj bike û di bin ronahiya eql de tevkariyê li gotûbêjkirina van pirsgirêkan bike.

Weqfa Aşitiyê weqfeke piranîparêz e. Ji aliyê damezirînerên xwe ve piranîparêz e û di heman demê de wê yekê qebûl dike ku hevpariyên asgarî yên civakê bêne gotûbêjkirin. Weqf ne navendeke muxalefetê ye û ne jî namzedeke desthilatdariyê. Li dijî wan kesan e ku şer tehrîk dikin, li aliyê wan hemû kesan e ku dibêjin aşitî û çareserî. Girîngiyê dide wê yekê ku hestan hevpar bike û empatiyê li gel hemû beşan bilind bike navendên hêzan jî tê de. Piştgiriya avakirina piran dike di navbera tax, kom û yekeyên din ên civaka sîvîl de. Sixêfkirin ji nirxên hevdin re û ji jor de axaftinê red dike. Bi hişmendiya wê yekê bi rê dikeve ku ya esas û mayinde ne dijminatî ye belkî dostanî ye.

Têgeha ewlekariya mirovî derdixe pêş. Ewlekariya mirovî nirxeke gerdûnî ye ku wek mafê li jiyanê man û berdewamîpêdana jiyaneke bêşîdet hatiye pênasekirin.

Em bawer nakin ku aşitiya mayinde bikare bi stûpêxwarkirina aliyekî pêk were. Em di wê baweriyê de ne ku aşitiyeke mayinde gava ku berfirehtirîn beşên civakê ji bo jiyaneke civakî ya mafparêz bigihîjin hevtêgihîştinekê dikare pêk were. Ji vî aliyî ve hewcedariya me bi edaleteke mafparêz ku hemû hemwelatî jê ewle bin heye.

 

Bangewazî

Pêvajoya Çareseriyê ya 2013-2015an tecrubeyeke dîrokî bû ji bo me wek civak. Di wê pêvajoyê de her çend em ji aşitiyê piştrast nebûbin jî, em ketibûn xweşbîniyekê ku me wek welat bêtir bi hêvî li bêdengbûna çekan û li siberojê dinêrî. Mixabin bi dirêjahiya pêvajoyê hemû layenan şaşiyên jiyanî kirin.

Em bawer dikin ku em dikarin ji vê tecrubeyê û ji pêvajoyên çareseriyê yên welatên din dersên pir girîng derxin. Ji bo avakirina jevewlebûnê û pêşvebirina aşitiya civakî em dikarin hem derfet û teşebusên xwecihî hem jî yên navendî biafirînin û yên heyî pêşve bibin.

 

Şîdet zarokên me û siberoja me ji destê me digire. Lê em dixwazin ku ji bo wan siberojeke tijîaramî amade bikin û em mecbûr in ku vê yekê ava bikin.

Dawiya dawî ji bilî aşitiyê tu çareyeke din a civak û herêma me û ya cîhanê nîne.