Bila Newroz Destpêkeke Nû Be ji bo Aşitiyê

Gelên Rojhilata Navîn îsal Newrozê bi xemgînî pîroz dikin ku nîşaneya agir, azadî, aşitî, hêvî, têkoşîn, bihar û siberojê ye.

Tirkiye di pêvajoyeke dijwar re derbas dibe. Piraniya mezin a mirovan bêhêvî ne ji sibeha xwe. Bi awayekî ciddî xirapbûn di nirxên civakî de çêdibe.

Aşitî ku nirxeke mirovahiyê ya gerdûnî ye, di rêza yekem ya vê xirapbûnê de ye. Em di rojine wisa de ne ku gotin, danîna diyalogê, peydakirina çareseriyekê ji bo pirsgirêkan bi rêya axaftinê qîmeta wan kêm dibe û daxwaza aşitiyê dikeve çarçoveya sûcan.

20 Mart 2018

weqfa aşıtıye