Der barê me de

Ji bo siberojeke Wekhev û Azad û Demokratîk Weqfa Aşitiyê ku di Adara 2016’an de ji aliyê rewşenbîr û birêveberên civaka sîvîl ve hate damezirandin ku her yek ji wan fikrekî ciyawaz ê siyasî diparêzin; weqf saziyeke serbixwe ya civaka sîvîl e.

Weqf dixebite ji bo ku mafê jiyanê û maf û azadiyên din ên bingehîn ku bi Carnameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan û bi makezagon û zagonan ve hatine desteberkirin, biparêze; li Tirkiyeyê bê cudahî û bo her kesî, ji bo pêkanîna demokrasî û dadperweriya civakî dixebite; wek şerteke bingehîn ji bo ku ev pêk bên, divê aşitiyeke mayinde pêk were. Di vê çarçoveyê de tevkariyê dike ji bo ku aşitî bi şêweyeke dadperwerane û wekhev û demokratîk pêk were; tevkariyê dike ji bo ku çanda levkirin û aşitiyê di civakê de pêş bikeve; tevkariyê dike ji bo hêzdarkirina zemînên civakî yên pêkve-jiyanê.

Weqfa Aşitiyê ji bo ku kêşeya kurd bi şêweyeke aşitiyane çareser, bibe bi sift û solî dixebite..

 

Xebatên me

Ji bo ku asankariyê bike ku kêşeya kurd bi awayekî aşitiyane çareser bibe, xebitîn li ser mijarên wekî çareseriya pevçûnan û rûbirûbûn li gel rabirdûyê û pêşxistina zimanê aşitiyê û edeleta întiqalî, ji ewlewiyetên me ne.

Di xebatên aşitiyê de sûdwergirtin ji tecrubeyên navneteweyî, yek ji prensîbên me yên bingehîn e. Di her cure xebatên me de, di çarçoveya derfetên me de, me armanc ew e ku em tecrubeyên ciyawaz ên welatên ciyawaz veguhêzine welatê xwe. Semînerên perwerdeker, komxebat, konferans û civînên bi şêweyên ciyawaz rêk dixe. Weqfa Aşitiyê dema ku projeyên xwe cî bi cî dike, hevkariyê dike li gel tesîs û sazgeh û kesayetiyên pispor di warê çareseriya pevçûnan de.