Piştevan e li gel akademîsyenên girtî 8’ê Nîsana 2016’an

Birêveberên Weqfa Aşitiyê, ji bo piştevanî li wan akademîsyenanEsra MUNGAN, Muzaffer KAYA, Kivanç ERSOY û Meral CAMCİ li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê nobeta aşitiyê girtin ku ji ber îmzekirina daxuyaniya bi navê ‘Em ê Nebin Şirîk li vî Tawanî’, hatibûn destgîrkirin.

Demeke dirêj e li ber Girtîgeha Bakirkoyê, ku akedemîsyen li wir girtî ne, rewşenbîr û nivîskar û akademîsyen û nûnerên rêxistinên civaka sîvîl û siyasetmedar nobetê digirin. Seroka Weqfa Aşitiyê Ayşe SOYSAL û endamên Desteya BirêveberiyêHakan TAHMAZ, Tatyos BEBEK û endamê Desteya Pişkiner Murat ÇELİKKAN, damezirîner Suat YALÇIN, Necmiye ALPAY li ber Girtîgeha Bakirkoyê nobeta aşitiyê girtin û piştevaniya xwe ji bo wan derbirîn.