Me xwest em bi we re yekemîn xebata Weqfê parve bikin. Piştî ezmûna Meclîsa Aşitiyê ya Tirkiyeyê ku di 1’ê Îlona 2007’an de hatibû damezirandin, ji bo siberojeke wekhev û azad û demokratîk Weqfa Aşitiyê hate damezirandin. Em dixwazin xebatên Meclîsa Aşitiyê sazgehî û dayimî bikin; her wiha em dixwazin van xebatan derbas û zengîntir bikin. Em ê vê yekê bi piştgirî û tevkarî û hewla hevpar a wan dostên xwe yên hêja bikin ku ji aşitiyê bawer dikin.