Weqfa Aşitiyê, roja şemî ya 5ê Gulana 2018an“Komxebata Çareseriya Pevçûnan û SCS’yan” li dar xist. Mijara rapora me ya sala 2017an, ku têkildarî meseleya kurd e, li ser rewşa saziyên civaka sîvîl di Pêvajoya Çareseriyê ya 2013-2015an e. Rapora ku weqfa me bi Cuma Çiçek dabû amadekirin û di 18ê kanûna 2017an de hatibû belavkirin, di komxebatê de hate nirxandin; tiştên ku di serdema pêşiya me de dikarin bên kirin û divê bên kirin hatin nîqaşkirin.
Nûnerên zêdetir ji 35 rêxistinên civaka sîvîl ên ciyawaz jî tê de, nêzîkî 70 kes li civînê beşdar bûn ku ji Enqere, Amed, Wan û Stenbolê hatibûn.
Komxebat di bin du sernavan de û ji sê daniştinan pêk hat. Hûn dikarin li ser malpera me ya www.barisvakfi.org xwe bigihînin metna axaftina vekirinê ya Serokê Weqfa me Hakan Tahmaz û metna axaftina pêşkêşkirina rapora “Saziyên Civaka Sîvîl di Pêvajoya Çareseriyê ya 2013-2015an de” ya lêkoler Cuma Çiçek.
Beşdarên komxebatê bi tecrubeyên xwe, bi nirxandinên hevtemamker, bi rexne û pêşniyarên xwe tevkariyên hêja li raporê kirin û axaftinên ku fikrên nû derdixin kirin.
Bi îlhamgirtin ji van tevkariyan em metna agahdarkirin û nirxandinê li gel raya giştî parve dikin ku me ji bo Weqfê amade kiribû. Em dixwazin bi girîngî diyar bikin ku ev metn hemû nêrîn û pêşniyarên beşdarên komxebatê li xwe nagire û bi çu awayî beşdaran bi xwe ve girê nade.
Her demê û li her derê aşitî
Lêgerînên aşitî û çareseriyê ku di nav civakê de bi giştî tên qebûlkirin, çênabe ku ji ber “nelibarbûna şertûmercan” navber bê dayîn; ev yek careke din di komxebatê dehate piştrastkirin. Berevajî vê yekê, di van deman de ku aşitî dikeve zehmetê herî zêde pêwîstî bi saziyên wekî me heye û bi awayekî bihêz cext li wê yekê hate kirin ku divê di van deman de hewl bêne zêdetirkirin. Ji bo aşitiyê, cext li wê yekê hate kirin ku divê bi çavekî objektîf li civaka me û li dinyayê bê nêrîn û divê çi bêne kirin bêne lêkolînkirin.
Saziyên civaka sîvîl ku di raporê de cih digirin, bi giştî lawaz û gettoyîze bûne, goşegîr, aliyê wan diyar, bandora wan sînordar û rêjeya hevkariya navbera wan têra xwe kêm û pirsgirêkên wan ên ciddî yên zerfiyetî û sazgehî hene; ev tesbît bi awayekî giştî hatin qebûlkirin.
Fikrên wisa derketin pêş ku SCS’yan ji bo nasandina Pêvajoya çareseriyê xebatên sînordar ên wekî lobîgeriyê kirine, meyla wan bo gotûbêjan zêdetir bi awayekî normatîf bûye.
Zêdetir ji tiştên ku hatine kirin, tiştên ku nehatine kirin yan jî tiştên ku nekarîne bêne kirin derketin pêş. Hinek ji van ev in: hevkariya navbera SCS’yan, hevgirtin û parvekirina zanyariyan nîne. Arşîva aşitiyê li Tirkiyeyê nîne. Xebatên raporkirinên ku pêvajoyê dişopînin ne têr in. Xebatên ji bo zarok û ciwanan sînordar in. Xebatên aşitiyê negihîştine taxan. Peywendiya xebatên akademîk ên sînordar li gel SCS’yan gelek kêm in.
Gelek axaftvan û rêxistinên civaka sîvîl bal kişandin ser wê yekê ku plansaziya xebatan ji bo meseleya kurd êdî tenê bi pêşveçûnên di nav Tirkiyeyê de nikare bê kirin, divê pêşveçûnên li Sûriyê û herêmê jî li ber çavan bêne girtin û xebat bêne kirin.
Lewma jî Weqfa Aşitiyê ew yek dît ku çareseriya pirsgirêka me bi pêşveçûnên derveyî sînorên me ve ketiye nav hev û bawer dike ku xebatên bilez, karîger û berbelav bêne kirin.
Ji bo Bihêzkirina Zemînên Civakî yên Aşitiyê
Ji bo civakîbûna xebatên aşitiyê hinek axaftvanan bal kişande ser wê yekê ku çima Pêvajoya Aşitiyê wek tehdît tê dîtin li ser wê divê fikirîn bê kirin.
Bi sûdwergirtin ji tecrubeyên navneteweyî ji bo kuTirkiye çarerêya xwe çêbike, wek tecrubeyeke xwecihî divê sûd ji tecrubeyên Lijneya Mirovên Baqil bê wergirtin û di vê mijarê de divê hefizeyek bê çêkirin; ev yek girîng in ji bo plankirina xebatên bê. Bi vî awayî cext li ser pêwîstiya çêkirina hefizeya Pêvajoya Çareseriyê hate kirin.
Bi heman awayî ew pêşniyar hate kirin ku divê sendîka û zanîngeh di mijara çareseriya pevçûnan de xebatên hander plan bikin û peywira pirekê bibînin di avakirina aşitiya civakî û pêşvebirina têkiliyên nû de; her wiha saziyên civaka sîvîl ku hejmara wan li Tirkiyeyê ji 130 hezarî derbas kirine nexasim jî komeleyên xwecihî, divê xebat bêne kirin ji bo ku eleqeya wan a ji bo aşitiyê bê zêdekirin.
Dîsan ji bo civakîkirina xebatên aşitiyê pêwîst e ew îddîa, tez yan jî têgihîştin li ber çavan bêne girtin ku dibêjin aşitî li Tirkiyeyê hegemonyaya Tevgera Kurd pêşve dibe. Di van şertûmercên giran û dijwar de birêvebirina xebatên aşitiyê gelek girîng in; ji ber ku bi awayekî pêşdarazane li peyva aşitiyê tê nêrîn û dibe mijara tawanbarkirin û mehkemekirinê.
Li jêr ronahiya van hemû tiştan ew yek derkete meydanê ku divê networkeke aşitiyê ya bihêz di navbera saziyên civaka sîvîl, akademîsyen û çalakvanan de bê çêkirin da ku hevkarî, parvekirina zanyariyan û hevgirtinê pêşve bibe.
Wek Weqfa Aşitiyê me tu guman nîne ku hewleke bi vî rengî dê bibe hander û neçarker ji bo ku alî bikevine rêya aşitiyê.
Bi vê helkeftê em dibêjin mala we ava Cuma Çiçek ku rapor amade kiriye, Reha Ruhavioglu û Veysi Altintaş ku lêkolîna qadî kirin, şêwirmend Alev Erkilet, Bekir Agirdir û Etyen Mahçupyan.
Nûnerên SCS’yan ku di şertûmercên dijwar û giran de deriyê xwe bo me vekirin û kesên ku li komxebatê beşdar bûn û bi fikr û pêşniyarên xwe xebata me dewlemend kirin, em minêkarê wan in.
Her wiha, berî komxebata Stenbolê kesên ku li Meletî û Mêrsînê li civînên me beşdar bûn û hewlên birêveberên DİTAMê ku li Îzmîr, Wan û Amedê civîn çêkirin divê em vê yekê jî tomar bikin.
14ê Gulana 2018an
Desteya Birêveberiyê ya Weqfa Aşitiyê